• DOLAR 32.565
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2431.959
  • ...
Serokwezîra Îngîltere: Êrîşa Sûrîye li gor berjewendîya me ya neteweyî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîra Îngîltere Theresa May, derbarê êrîşa ku bi Emerîka û Frensa re li Sûrîyeyê rast kirin de agahî da parlamenterên îngîlîz.

May, derbarê êrîşa ku dewleta wê, Emerîka û Frensa rast kir de wiha got: "Em ketin hereketê, lewra rastkirina vê hereketê li gor berjewendîyên me yên neteweyîne. Me ev êrîş ji bo ku serok Trûmp xwest rast nekir. Lewra ji ber ku me bawer kir ku tiştên em dikin tiştekî raste, me ev hereket rast kir û em ne bitenên in. Biryarên ku me girtin ji teref Neteweyên Yekbûyî ve piştgirîyek mezin dît."

May, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew bi serokê, Elmanya, Îtalya, Kanada, Avûstlûralya û reîsên gelek dewletan re bi têlefonê axivîne û wiha got: "Teva îfade kirin ku ew piştgirîyê didin biryara ku Emerîka, Îngîltere û Frensan girtîye."

May, destnîşan kir ku çi dibe bila bi be, dema ji bo berjewendîyên me yên neteyî başbe hikumet dikare biryarên wisa bigre. Li Îngîltere hikumet ne mecbûre ku ji bo midaxeleyên leşkerî ji parlementoyê destûrê bigre.

Di êrîşa ku bi pîşîvanîya Emerîka, Frensa û Îngîltere hat rastkirin de Îngîtere bi 4 teyareyên ku ji Qibrisa hêla Rûm ji balafira Akrotirî rabûbûn beşdarî êrîşê bûbûn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir