• DOLAR 32.562
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2426.32
  • ...
Li Xazzê her ku diçe bêkarî û feqîrî zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hilbijartinên ku di sala 2006an hat kirin de  Hamas bi ser ket û ji wê salê vir ve Xeta Xazzê ji teref siyonîstên îşxalker ve him ji erdê, him ji behrê û him jî ji hewayê ve hat dorpêçkirin.

Li gor Buroya Îstatîskên Navendî ya Filistînê li Xazzeya ku lê nêzî 2 milyon kes dijîn rêjeya feqîrîyê ji sedî 53 e û sedema vê ya sereke qeyrana ku dorpêça siyonîstan jê re bûye sebeb e.

Ji bilî kirarîyên çeteyên terorîst ên siyonîstan ji hêla Misira ku di sala 2013an de lê darbe hat kirin jî zext li Filistînîyan dike. Piştî ku darbe hat kirin re Derîyê Sînorê ya Refahê ya ku ji Xazzê ber bi dinyayê ve vedibe exlebe ji teref darbekerên Misirê ve tê girtin û ew tunelên ku hatibûn vedan jî tên xerakirin. Ji ber vê yekê xurek û xida derbasî Xazzê nabe.

Ji ber problema sotemenîyê ceyran heta nîv rojê nayê berdan ku ev yek jî dibe sedema girtina hinek îmalatxaneyan.

Li gor raporta Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yên Neteweyên Yekbûyî ji 2 milyon kesên ku li Xazzê dijîn 1,3 milyon pêdivîya wan bi alîkarîyê heye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir