• DOLAR 32.505
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2487.432
  • ...
Suad Alpsoy: Edaleta we serê we bixwe...
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alpsoy di nameya ku şand de balan kişand li ser neheqî, bêedaletî, zilm û zordarîyên ku tên kirin û ji qerara ku derheqê mîmarên darbeya 28ê Sibatê de hatiye dayîn.

Alpsoy di nameya xwe de wisa got:

 Qerarên doza darbeya postmodern a 28ê Sibatê hat eşkerekirin. Bi meha em li benda qerara ku dê ji vê dozê derkeve man. Me got qet nebe ew ê ci wan kesên ku darbe kirine re ceza bê dayîn û ev yek dê ji bo wan kesên ku ji teref wan ve hatine mexdûrkirin re bibe tesellî. Lê ev yek nebû. Lewra ew mafên ku ji darbekeran re hat dayîn û ji wan kesên ku ji teref wan ve hatibûn mexdûrkirin re jî nehat dayîn.

Derheqê 21 kesan de muebbeta girankirî û 68 kesan de jî qerara beraatê hat dayîn. Ew kesên ku cezaya muebbetê ji wan re hat dayîn nehatin girtin û hatin berdan.

Wey efendîm! Çi ye, derbarê hinekan de ji ber problemên tenduristîyê û derbarê hinekan de jî ji zêdebûna emrê wan qerara girtinê hatiye rakirin. Bihêlin bila darbe bikin, zarok û extîyaran bigirin û derheqê qan de qerarên îdamê bidin, bila wanan di zindanan de bigirin, bila dest deynin  li ser azadîya bawerîyê... ferq nake. Bes bila "kesên bi rûmet û navdar bin!" Ev yek bo negirtina wan bes e.

We bi vê qerara ku kesên darbeker bi xelat kir, we wijdanan birîndar kir, we tinazê xwe bi eqlê însanan kir. Dema ku we vê qerarê da qet nedibû parîkek li wan mehkûmên ku ji teref van kesan ve hatine mexdûrkirin mêze kiribana. Belkî bûba wesîle da ku we qerareke bi edalet daba. Lê we lê mêze nekir.

Hinek ji wan kal in, nikarin pêdivîyên xwe bi tena serê xwe tedarik bikin, hinek ji wan dema ku zarok bûn hatin girtin û ciwanîya xwe di girtîgehê de borandin, hinek ji wan jî bi nexweşîyeke pir nebaş ketine, her du rovîkên wî li derve ne û hêj di girtîgehê de tê girtin. Naxwe kesên ku darbê kirin ev kes in ku haya me ji wan tunebû?

Edaleta we serê we bixwe! Ew kesên darbeker dibêjin "Ger îro bibe ez ê dîsa darbe bikim." Lê hêj li derve bi şikleke rihet û li gor dilê xwe digere. Ew kesên ku ji teref van darbekeran ve hatine mexdûrkirin di zîndanan de li ber mirinê ne, feryad û fîxan dikin, lê belê dengê wan nayê bihistîn.

Muheqqew ji bilî vê dinyayê axret heye û li wê derê li gor zilaman miamele bi wan nayê kirin, li wê derê li gor edaleta Îlahî qerar tê dayîn. Baş bizanibin ku; ew ê hisabê wan kesên ku hatine mexdûrkirin li mehkemeya Kubra bê pirsîn û ew ê hemû kes beramberê tiştê ku kiriye dê bibîne.

"Qet zen neke ku haya Xwedê ji wan tiştên ku zalim dikin tuneye. weda, encax wan ji rojeke ku tê de çav bikevin dehşetê re dihêle."(Îbrahîm:42)

Bo me jî tesellîya herî mezin ev e. Baş e ku axret û roja hisabê heye, baş e ku cennet û cehennem heye. Bo zaliman bijî cehennem.

Suad Alpsoy

Xanima Şeyhmus Alposyê Mehkûmê Doza Îslamî





Bu haberler de ilginizi çekebilir