• DOLAR 32.331
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2295.316
  • ...
Heyeta OPCW nikarîbû têketa Dûmayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) destnîşan kir ku ji ber tinebûna ewlehîyê ew nikarîbûn têketana Dûmaya navçeya Sûrî û li wir vekolîna êrîşa çekên kîmyawî bikiran.

Piştî ku karbidestên Sûrî û Rûs îfade kirin ku li deverê hê jî pirsgirêkên di warê ewlehîyê de dewam dikin heyeta ku ji 9 pisporan pêk dihat neketin deverê û vegerîyan.  

Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) xwestibû ku derbarê êrîşa kîmyawî ya ku di 7ê Nîsanê de li Dûmaya navçeya Xutayê hatibû rastkirin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn de lêkolînê bikin çûbûn Sûrîyeyê.   

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Sûrî xweyê destûra vekolîn kirina êrîşên kîmyewîne. Rêxistinê bikaranîna çekên kîmyewî dê vekolînan bike, lê belê dê sûcdarîyan neke. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir