Otobusa şaredarîyê û mînîbûsa ku karker tê de bûn li hev qelibîn: 10 birîndar
Li Diyarbekirê otobusa şaredarîyê û mînîbûsa ku karker tê de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de10 kes birîndar bûn.
Li gundê Xanikajêr a Çinara Diyarbekirê otobusa şaredarîyê ya bi palqeya 21 NV 887 û mînîbûsa ku karker tê de bûn û plaqeya wê 31 YM 181 bû li hev qelibîn. Di encama qezayê de 10 kesên bi navê Remziye Demiroğlu (17), Sultan Demiroğlu (13), Ercan Demir (22), Eser Denizhan (15), Dilek Kanevi (17), Şükran Demiroğlu, (17), Zeynep Karamehmetoğlu (32), Sevda Gül (18), Esra Gül Demiroğlu (18) û Seniha Demir (14) birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)