• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Ên ku li dûv Xweda û Resûlê Wî çûne bûne xwedî izzet"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê Êlihê yê ku dildarê Hz. Muhammed bûn eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dan. Di bernameya ku li Qada Mewlûdê ya li kêleka otogarê hat tertîpkirin mewlûd hat xwendin û selewat û tekbîr hatin anîn. Endamê û nûnerên partîyên siyasî û sazîyên civakî yên siwîl jî beşdarî bernamê bûn.

Mela, Mutefekkîr û Alim Mela Mehmet Beşîr Varolê ku beşdarî bernamê bû di bernamê de derbarê ehemîyet û girîngîya rojevê de axavtinek kir. Varol di axavtina xwe de balan kişand li ser xwedîderketina Îslamê û got "Ên ku li dûv Xweda û Resûlê Wî çûne ezîz bûne."

"We ji vê meydanê nîşan da ku ew ê nikaribin Mislimanan ji Îslamê û muhabbeta Pêxember dûr bixin"

Mela Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew wek Misliman terefdarên Xweda û Resûlê WÎ ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hemd ji Xweda re ku em terefdarê Wî û Resûlê Wî ne. Hemd ji Xweda re ku em terefdarê zalim û kafiran in. Zalim û kafir dixwazin ku Mislimanan ji Îslamê dûr bikin. Encax wê ji vê meydanê nîşan da ku ew ê nikaribin Mislimanan ji Îslamê û muhabbeta Pêxember dûr bixin."

 "Kesên ku ji Xweda û Pêxemberê Wî hez bikin, Xweda jî ji wan dê hes bike û dê wan muzaffer bike"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir rêberê însanetîyê û alemê Hz. Muhammed e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Pêxember, pêxemberê Xweda ye. Ew kesên ku di vê rêyê de biçin dê bigihijin meqseda xwe . Kesên ku ji Xweda û Pêxemberê Wî hez bikin, Xweda jî ji wan dê hes bike û dê wan muzaffer bike. Ger em wisa bin dê tu kes nikaribe me mexlûb bike. Dîrok vê yekê nîşanî me daye. Kesên ku ji Xweda û Pêxember dûr ketibin nebûne muzaffer. Kesên ku tabîê Xweda û Resûlê WÎ bûne, ezîz bûne. Dema ku me li gor Îslamê hereket kir şeref, ilim, medenîyet û hwd. bûn yên  Îslamê. Çi dema ku em jê dûr ketin me van xweşikayîyan ji dest da."

Varolê ku diyar kir dema ku Misliman di pey Îslamê de diçûn û pê ve girêdayî bûn li ser rûyê erdê hakim bûn û rûyê erdê kete destê Mislimanan, di berdewama axavtina xwe de wiha got: " Me vê yekê di dema Eyyûbî, Osmanî û Selçûqîyan de dît. Çi dema ku em jê dûr ketin, me hemû tiştên xwe winda kir. Xweda, Îslam, Qur'an û pêxemberê xwe şand. Ferman li me hat kirin da ku em tabiê wan bibin. Me çi qas xwe bi wan ve girt em bûn xwedî izzetê. Rêya heqîyê ev e. Pêxember bes tabiê dînê Xweda bû. Emir û nîzam bes a Wî ye. Milk a Xweda ye."

 "Divê em sunnet û camîyan îhya bikin"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir Pêxemberê me li ser camîyan gelekî zêde disekinî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêxemberê me ehemîyeteke mezin dida camîyan. Ger em camîyan ji bîr bikin, e ê îflah nebin. Navnîşana rizgarîyê camî ne. Divê em camîyan îhya bikin. Divê em sunneta Pêxemberê xwe îhya bikin. Hinek însan rabûne li ber sunnet û hedîsê re radibin. Bê Qur'an sunnet û bêsunnet jî Qur'an nabe. Ew kesên ku ji Pêxember û nûra wî mehrûm mane kesên bedbaxt in."

"Em li wan birayên xwe yên di girtîgehan de ne xwedî derkevin"

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê ew Yûsifîyên ku di zindanan de ne neyên jibîrkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em li wan birayên xwe yên di girtîgehan de ne xwedî derkevin.Ew ji bilî xwedîderkerina dînê Xweda pê ve tu tiştekî din nekirin derd. Em jiyana wan dizanin. Divê em wan ji bîr nekin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir