PKKyîyê ku di lîsteya sor de bû hat kuştin
Ji teref TSKyê ve hat ragihandin PKKyîyê ku di lîsteya sor de bû hat kuştin.
TSK di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di operasyona ku hat lidarxistin de PKKyîyê bi navê Erdal Burhanli yê ku di birêveberîya parêzgaha Hakurkê de wezîferdar bû û di nava lîsteya sor de bû hat kuştin.
Li gor daxuyanîyê PKKyîyê bi navê Erdal Burhanli yê bi kod nava "Agiri Mazlum Pirdoğan" di operasyona asimanî ya ku li Hakurka Kanîreşê hat lidarxistin de hatiye kuştin.(ÎLKHA)