Li Nevşehîrê qeza: 5mirî 4 birîndar
Di qezaya ku li Nevşehîrê pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Nevşehîr-Urgubê qeza pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 66 AAB 610 a ku ber bi Nevşehîrê ve diçû li qamyoneta bi plaqeya 50 BC 862 a ku li kevîya rê parkkirîbû qelibî, di encama qezayê de 3 jê pîrek tev de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku wesayîtek li wesayîtên ku qeza kiribûn neqelibî sekinî, wesayîta ku ji paşve dihat li wesayîta sekinî qelibî û qezayeke din pêk hat, di vê qezayê de jî 4 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)