• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ciwanê pêl mayîna PKKê bi cîh kiribû kir jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Toxa Matkîya navçeya Bidlîsê ciwanekî li çolterîyê digerîya pêl bombeyek PKKê bi cîh kiribû kir. Di encama teqîna bombeyê de ciwan jiyana xwe winda kir.

Li gor agahîyên hatin wergirtin gundê Tox yê ku 90 kîlometreyî ji Matkîya navçeya Bidlîsê dûre ciwanekî xwest nebatên li çolê derketine kom bike. Gundîyê bi navê Hîkmet (35) pêl mayîna ku berya niha ji teref PKKê hatibû bi cîh kirin kir û jiyana xwe ji dest da.

Piştî gundîya bûyer bihîst çûn cîyê bûyerê û agahî dan ekîbên tendirustîyê. Cesedê ciwanê ku jiyana xwe ji dest da ji bo ambolans were li cîyê bûyerê hate sekinandin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir