• DOLAR 32.601
  • EURO 34.835
  • ALTIN 2496.828
  • ...
Çîn: Em serbixwebûna her dewlet û yekîta axa wan diparêzin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê, derbarê êrîşa ku bi pîşîvanîya kûalîsyona Emerîka, Îngîltere û Frensa de daxuyanî da. Di daxuyanîya hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Em di têkiliyên navneteweyî de li dijî bikaranîna quwetê nin û em yekîta ax û serbixwebûna her dewlet û mafê desthilatdarî ya wam diparêzin."   

Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê Hua Çunyîngê, destnîşan kir ku operasyonên leşkerî hiqûqê navdewletî îxlal dike û di mijara Sûrî de wê rewşê xetertir bike û wiha got: "Em bangî her dû hêlan dikin bila rîayetê hiqûqê navneteweyî bikin û pirsgirêkan di çarçoveya gotebêjên sîyasî de çareser bikin. Em dixwazin ku îdîayên Sûrîyeyê çekên kîmyewî bikar anîye bi awakî adil bêalî û gelemperî bê vekolîn kirine, em vê yekê diparêzin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir