• DOLAR 32.333
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2293.713
  • ...
Bozdag: Di êrîşa li Sûrîye Baregeha Încîrlîkê nehat bikaranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bekîr Bozdag derbarê êrîşa li Sûrîyeyê hat kirin de wiha got: "Serfermandarê Emerîka û Serfermandarê Tirkîye bi talîmatê, Birêz Serokomarê me û bi ya Birêz Trûmp hevdîtin kirin. Berya êrîşê Tirkîye hat agahdarkirin û Baregeha Încîrlîkê di êrîşan de nehat bikaranîn."

Bozdag di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hewcebû bikaranîna rejîmê ya çekên kîmyewî bê ciza nemîne û wiha got: "Lê belê bikarnîna rejîmê ya çekên kîyewî wek sebebek bê dîtin û bi karanîna çekên konvansîyonel wek sebebek neyên dîtin ev xeletîyek mezine. Lewra bi herdû sîlehan însan tên qetilkirin."

Bozdag, di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: "Piştî bikaranîna rejîma Sûryeyê ya çekên kîmyewî avêtina mûşekan ya Sûrîyeyê ji bo çareserîya bûyeran û ji bo encama mijarê tu fêda wan tineye. Çareserî terkirina gulaşa pîya û bê hesab pêvajoyek sîyasî şerde. Tiştê xeynî veya dîsa xwîn e. Çareserîya Sûryeyê bi terk kirina cudahîyan û ji bo çareserîyek sîyasî, aştî, aramî, îstîqrar û bawerîyê lazime civaka navneteweyî tev bi hevre samîmî bi hev re hereket bike mimkune. Helwesta Tirkiyeyê di mijara Sûrî de diyar e Tirkîye do li ku bû îro jî li gor wê helwestê tevdigere. Tirkîye ji roja ewil heta îro ji bo li Sûrîyeyê çareserîyek sîyasî, aştî, hizûr û îstîqrar bê sazkirin çi ji destê wê hatîye kiriye û dê ji vir û pê de jî çi ji destê wê were bê bike." (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir