• DOLAR 32.557
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2428.494
  • ...
Filistînî di 3yemîn îna Meşa Mezin a Vegerê de li sînor civîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî niha di bergeha xwepêşanên ku li Filistînê hatibûn destpêkirin de ev în wek "Roja Rakirina Ala Filistînê û Roja Şewitandan ala îsraîl" hatibû îlankirin û ji xelkê bang hatibû kirin da ku beşdarî xwepêşanan bibin.

Îro ji wextên şeveqê pê de xelkê Filistînê yê ku bang lê hatibû kirin ala Filistînê girtin destê xwe û berê xwe dan sînor. Hinek xwepêşandar jî qerpalên siyonîstan girtin destê xwe da ku bişewitînin.

Xelkê ku nimêja înê li ser sînora Xazzê eda kir lastîkan şewitand da ku hêzên îşxalker wanan nebînin.

Di xwepêşanan de sûretên Selmanê Welîahdê Sûid ê ku di wan rojên borî de daxuyanîyên piştgirîyê bo siyonîstên îşxalker dabû jî hatin şewitandin.

Piştî nimêja înê siyonîstên îşxalker bi çekan êrîş birin li ser xwepêşanderan. Hat ragihandin di xwepêşanên îro de çend kes birîndar bûne.

Di xwepêşanên ku di 30ê Adarê destpêkirin û hêj berdewam dikin de heta niha 34 Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 3 hezaran kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir