Ew ê 500 hezar heywan bên îthalkirin
Wezareta Xurek Çandînî û Heywandariyê bo zêdebûna bûhaya goştê sor bide sekinandin dê 500 hezar heywanan îthal bike.
Hat ragihandin Wezareta Xurek Çandînî û Heywandariyê bo zêdebûna bûhaya goştê sor bide sekinandin dê 500 hezar heywanan îthal bike.
Hat hînbûn wezarat nivîsa îthala heywanan ji serokwezîrtîyê re şandiye.
Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek Çandînî û Heywandariyê derbarê mijarê de diyar kir ew ê destûr nedin kesên ku heywanan xwedî dikin ji ber minasebeta Remezanê bûhaya goşt zêde bikin û dû re wiha li axavtina xwe xwe zêde kir: " Ji ber ku Remezan tê heywanan veşêre û qelew bike û dû re bila welatî bi bûhayeke zêde bistîne; dewlet dê ji vê yekê re musade neke. Dibe ku hine caran heywan bên îthalkirin."(ÎLKHA)