Di hilbijartinên Azerbeycanê de Alîyev biser ket
Li Azerbeycanê di hilbijartinên serokomarîyê de li gor daneyên ne fermî Îlham Alîyev qezenc kir û bi ser ket.
Li Azerbeycanê di hilbijartinên serokomarîyê de li gor daneyên ne fermî Serokomarê berê Îlham Alîyev di sedî 86,09 dend girt û dîsa bû Serokomarê Azerbeycanê.
Di hilbijartinên Serokomarîyê de namzedê Partîya Cepheya Gel Kûdret Hasangulîyev ji sedî 3,4 deng girt û bû namzedê duyemîn û namzedê serbixwe Zahîd Orûç ji 3,07 dengê gel bi dest xist û di hilbijartinan de bû namzedê sêyemîn.
Hat îfadekirin ku ji sedî 74,51 kes beşdarî hilbijartinan bûnin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku Îlham Alîlyev dûbare hat hilbijartin û dîsa bû Serokomarê Azerbeycanê lê gerîya û serkeftina wî pîroz kir. (ÎLKHA)