• DOLAR 32.352
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.41
  • ...
Sûrîye balafirgehan û baregehên leşkerî vala dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Çavdêrxaneya Mafên Însanan a ku navenda wê Londra ye ve hat îddîakirin, piştî gefxwarina Serokê Amerîka Trump hat îddîakirin artêşa Sûrîyê balafirgehan û baregahên leşkerî vala dike.

Çavdêrxane destnîşan kir ji doh êvarî pê de leşkerên ku aîdî artêşa Sûrîyê ne ketine hişyarîyeke 72 seatane û mewzî û çeperên xwe bi hêz dike. Serokê rêxistinê  Ramî Evdirrehman destnîşan kir hişyarî  ji Suveydaya başûr hetanî bakûrê Helebê, xerba Behra Spî û Deyrezorê derbasdar e.

Serokê Amerîka Trump di tweeta ku doh avêtibû de destnîşan kiribû: Amade be Rûsya, mûşekên me tên."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir