• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Sîyonîstan êrîşî Xezzeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa çeteyên sîyonîst bi topan êrîşî taxa Ez-Zeytûn ya li rojhilatê Xezzeyê kir. Hat îfadekirin ku çeteyên sîyonîst bi topan 15 êrîş rast kirîye û di encama êrîşan de tiştek bi tu kesî nehatîye .

Artêşa çeteyên sîyonîst îdîa kir ku dema wesaîteke wan ya kar sînor derbas kir bi teqemenîyên desta êrîş lê hatîye rastkirin û ji vê yekê Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas) berpirsyar girti.

Li hêla din Navenda Enformasyonê ya Filistînê ragihand ku vê sibehê bûldozerên kar yên çeteyên sîyonîst sînor îxlal kirîye û ketîye nava sînorê Xezzeyê.

Hat îfadekirin ku artêşa çeteyên îşxalker bi behane bûldozeran dixin sînorê Xezzeyê û bi vê yekê dixwaze îxlal kirina axên Filistîn bike wek tiştekî normal. Lê belê berxwedana Filistînê van tiştana wek provaqatorîyê dide nîşandan û îfade dike ku ew qethîyên van bûyeren îxlalan qebûl nakin.

Ji Hamasê daxuyanî

Li hêla din berdevkê Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas)ê Fevzî Bûrhan, destnîşan kir ku artêşa çeteyên sîyonîst bi topan êrîşî nokteya çavnêrînkirinê kirîye. Ev êrîşan dide nîşandan ku bê çeteyên îşxalker bê çiqas zelîl û bê çare manin.

Bûrhan, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku piştî gelê Filistînê eleqeyek mezin nîşanî Meşa Mezin a Vegerê da çeteyên îşxalker dil tirs û neçar man.

Bûrhan, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku van êrîşan ezm û îfadeya gelê Filistînê ya li hember sîyonîstan zêdetir dike û destnîşan kir ku ew çiqas şehîd bidin bila bidin ew qethîyên micadela li dîjî sîyonîstan tek nakin û ew ji mafên xwe qethîyyen feraxet nakin. Bûrhan axaftina xwe wiha bidawî kir: "Hêzên berxwedanê dê gelê Filistînê biparêzin û li hember sîyonîstan tekoşîna xwe berdewam bikin." (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir