• DOLAR 32.599
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2509.781
  • ...
Mehkûmê Yûsûfî beşdarî tazîya bavê xwe bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bavê Comer Yorgûnê yûsûfî yê ku ev 18 de salê wî ye ji ber xizmetên îslamî di zîndanê deye Mîrza Yorgûn dema ji kar derket û xwest ku derbasî hêla rê ya din bibe wesaîtek lê qelibî û wefat kir.

Ji bo şîn li Wanê bê danîn li dadgehê serlêdan hatibû kirin lê belê piştî ew serlêdan wek erênî bi encam nebûn tazîya bavê Comert Yorgûnê yûsûfî li mala şînê ya Çermîklîler ya ku li Baglara navçeya Diyarbekrê hat danîn.

Yorgûn, roja dudan beşdarî tazîya bavê xwe bû û tazîye qebûl kir.             

"Dîtina bavê wî heqê wî bû"

Apê Comert Yorgûn Şevket Yorgûn, behsa mexdûrîyeta biraziyê xwe kir û îfade kir ku ev 18 de salê wî ye di zîndanê de bi neheqî dimîne û wiha got: "Ev neheqîya li birazyê min tê kirin êdî bila bi dawî bibe".

Yorgûn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ez û birazyê xwe em tev de di zîndanê de man. Ez demekê tê de mam û derket. Lê belê birazyê min hê jî di zîndanê de ye. Di encama qezayek elîm de bavê xwe winda kir. Helbet dîtina bavê wî heqê wî bû. Lê belê tazîye neanîn Wanê li vir tazîye danîn. Ji ber ku em dûr bûn  ev 18 sale me hevdû nedîtî ye.

"Serokê mehkemê ji mere got 'tiştekî we tineye hûnê bên bereat kirin' lê belê cizayê hepsê dan me"

Apê Comert Yorgûn, Şevket Yorgûn îfade kir ku birazyê wî şexsekî zaf qence û wisa behsa birazyê xwe kir: "Birazyê min zaf dixwend û bi xwendina xwe jî emel dikir. Kekê min ê merhûm ji zarokê xwe mehrûm hatibû hiştin û gelek zilm dît. Di gel zilm û ezîyet dîtibû jî kekê min însanekî ehlê sebir bû. Însanekî jê dihat hezkirin bû. Ew bi hesreta zarokê xwe di qilqilî lê belê bi rehetî û çavê dinyayî dîtina lawê wî jê re zaf dîtin. Ji ber ku kekê min dizanî bû lawê wî li ser rîya rast e tu carî îsyan nedikir. Ma ev ne ecêb e? Kesên ji ber FETO ketine hepsê û yên darbe kirine yek bi yek derdikevin lê belê kesên bi qûmpasên wan ketine zîndana hê jî bi derqanûnî di zîndanan de ne. Ne mimkune meriv vî tiştî qebûl bike. Hikumet jî weke me zaf baş zane. Îfadeya van kesan bi zorê hatîye stendin. Ji xwe her kes jî dizanin tu sûcê van însanan tine ye. Ez bi xwe ji vê yekê re şahidim. Di gel serokê dadgehê ji me re got 'tiştekî we tuneye hûnê bên bereatkirin' lê belê dîsa cizayê hepsê dan me. Êdî ez dixwazin birazyê min Comert Yorgûn û yên wek wî di zandanan de ne lazim e bên berdan. Êdî divê ev zilm bi dawî bibe. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir