Zirara greva li Fransayê zêde dibe
Hat ragihandingreva ku di 22yê Adarê li Fransa hat destpêkirin bû sedema 100 milyon Euroyan.
Karkerên Îdareya Rêyên Hesinî ya Nateweyî ya Fransayê, di 22yê Adarê de ketin grevê û dest bi berdana kar kirin û ev grev hêj berdewam dike. Ev greva ku hat detpêkirin 100 milyon Euro zirar da Fransayê.
Derbarê mijarê de Guillaume Pepyê Serokê Lijneya Îcrayê ya Îdareya Rêyên Hesinî ya Nateweyî ya Fransayê destnîşan kir "Ji destpêka grevê vir ve Îdareya Rêyên Hesinî ya Nateweyî ya Fransayê 100 milyon Euro zirar kir."(ÎLKHA)