Bozdag: Divê Sûrî ji şerê hêzê re neyê qurbankirin
Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag destnîşan kir " Sûrîye divê ji şerê hêzê ya Amerîka û Rûsyayê re neyê qurbankirin."
Bekîr Bozdagê Berdevkê Hikûmetê piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da. Bozdag di daxuyanîya ku da de derbarê rewşa dawî ya Sûrîyê de nirxandinan kir û wiha got: " Çawa ku ew kesên di encama êrîşa kimyewî de dimirin însan bin, bi heman awayî ew kesên ku bi çekan tên kuştin jî însan in. Ne tenê di dema ku kimyasal hat bikaranîn, di temamê kuştinan siwîlan de dibê raya giştî ya navneteweyî bertek nîşan bide. Sûrîye divê ji şerê hêzê ya Amerîka û Rûsyayê re neyê qurbankirin."(ÎLKHA)