Trump: Em ê bi leşkeran re hevdîtinê bikin û biryareke girîng bidin
Serokê Amerîka Donald Trumppiştî êrîşa kimyewî ya li Sûrîyê destnîşan kir ew ê bi leşkeran re hevdîtinê bikin û biryareke girîng bidin.
Piştî ku li Sûrîyê êrîşa kimyewî hat lidarxistin re Serokê Amerîka Donald Trump derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Trump di daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de diyar kir ew ê bi leşkeran re hevdîtinê bikin û biryareke girîng bidin û dû re wiha got: " Berîya ku roj xelas bibe ez ê qerarê bidim."
Trump her wisa diyar kir mudaxeleya leşkerî jî di nav de her tişt di rojeva wan de heye.(ÎLKHA)