Rûsya: Divê Efrîn teslîmî Esed bê kirin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir divê Efrîna ku ji teref hêmanên TSK û Arteşa Azad a Sûrîyê ve ji PKKê hat paqijkirinteslîmî rejîma Esed bê kirin.
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Moskovayê civîneke çapemenîyê li dar xist.
Di civîna çapemenîyê de rojnamegerek derbarê rewşa Efrînê de ji Lavrov pirsekê kir. Lavrov pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: " Serokomarê Tirkîyê Erdogan tu car negot ku Tirkîye dixwaze Efrînê îşxal bike. Em bawer dikin a baş Efrîn teslîmî hikûmeta Sûrîyê kirin e."(ÎLKHA)