• DOLAR 32.512
  • EURO 34.602
  • ALTIN 2495.174
  • ...
"Divê Misliman ji her tim zêdetir li sunnetê xwedî derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember li Hezoya navçeya Êlihê bi sernava "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî" bernama wîladeta pîroz li dar xist.

Bernama ku gel tevecuhek mezin nîşan dayê ; Endamê Şêwrê yê Navenda Giştî ê HUDA PARê Seyîthan Aksoy, Serokê HUDA PARê yê navçeya Hezoyê Yûsûf Işik, temsîlvanên STK, welatî û endamên çapemenîyê beşdarî bernameyê bûn.   

Bername li sêrîya Hezoyê li Qada Mewlûdê hat tertîbkiri û bi xwendina Qur'ana Pîroz hat destpêkirin. Piştî xwendina Qur'ana Pîroz bername bi merş û îlahîyên ji teref zarokan ve hat xwendin dewam kir. Paşê bername bi xwendina Mewlûda Pîroz ji teref Îsmaîl Tûfan Xoce ve hat xwendin dewam kir.

Piştî merşû awazên behsa Pêxemberê Xweda têde dihat kirin hat xwendin, nivîskar û îlahîyatnas Mehmet Emîn Sutçu axaftinek kir.

Sutçu, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku kesên dixwazin Qur'anê li gor xwe şîrove bikin, serî li proja bêîtîbarkirina Hz. Pêxember dixin û ji ber vê yekê lazim e em Misliman ji her tim zêdetir li sintê xwedî derkevin û li gor Sinetê bijîn"

"Bila em zanibin ku Sinet edeb bi xwe ye"

Sutçu, îfade kir ku di Qurana Pîroz de li ser tu Pêxemberî sond nehatîye xwarin, lê belê li ser Hezretî Mûhammed (Silava Xweda li Ser be)  sond hatîye xwarin û wiha got: "Heger Xwedayê Mezin li ser jiyana kesekî sond xwaribe lazim e em jî li jiyana wî binerin û ji jiyana wî ji xwe re mînakan bigrin. Binerin kesê meriv mînakan ji jiyana wî bigrin Hz. Mûhammede (Aleyhîsselâm)e, ji ber vê yekê lazim e em bizanibin ku sineta Pêxemberê pîroz edeb bi xwe ye. Ustad Bedîuzzeman dibêje: 'Kesên ji ber keslantîyê Sunnetê terk bikin di nava xisareke mizinde ye. Kesê sunnetê bi tişkî nehesibîne û terk bike cînayetekî mezin kirîye. Kesên sunnetê wek derewîn bide hîs kirin û terek bikin di nava delaleteke pir mezin de ye."

"Ev proje projeyek sînsî û destê derve di nav de ye"

Sutçu, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku Sunneta Pêxemberê me ji bo me Mislimana zaf mihîm e û got: "Lewra di pêvajoya em tê de ye de projeyek heye. Ev proje projeya bêîtîbarkirina Hz. Pêxember (r.x.l). Vê projê bi dizî pêşvedibin. Kesên dixwazin Qur'anê li gor xwe şîrove bikin, dixwazin şîroveyên Hz. Mûhemmed berteref bikin. Ji ber vê yekê dixwazin bawerîya me û emînîya me ya li hember Hz. Mûhemmd bêîtîbar bikin û bi vê yekê rê dê înkar kirina hedîsan bekin. Dixwazin Bûxarî û Muslima ku di çavê ummetê de qebûl dîtîye bê rûmet bikin û ummetê ji sunnetê dûr bixin. Gelî birayên Misliman ev projeyek mezin e baldar bin haya xwe jê bikin."

"Em bi te re nin Ya Resûlallah"

Sutçu, di dawîya axaftina xwe de destnîşan kir ku berterefkirina projeya bêîtîbarkirina Hz. Mûhammed bi girtin û jiyanadina sunnetê mimkun e û wiha axaftian xwe bi dawî kir: "Lazim e em wek 14 esir berê wekî beyata Aqabe û Ridvanê destê xwe dirêj bikin û bibêjin ey Resûlê Xweda em bi te re nin û her gotina te taca serême ye. Divê em beyata xwe nû bikin û em bibin feqîyê Qasidê Xweda. Bi bîr bînin kesên bûn telebê wî çi kişandin. Wê çaxê em jî guh bidin gazîya wî. Werin em tiştên dinyayî bidin hêlekê û bersivê bidin gazîya wî. Binerin dema Ebû Zer eşqîya bû û li dû malên dinyayê digerîya dema bû feqîyê Qasidê Xweda dev ji malê dinyayê berda. Dema zilm û şidet dikşandin bûn Farûk-u Omer. Binerin dema bedewîyê dinyayên bûn piştî bûn Miliman bûn muellîmê bûn mamoste û medenîyet li dinyayê belav kirin."   

Bernama wîladeta pîroz piştî xwendina diayê bidawî bû. (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir