Bûyerên fuhuş, dizî û tiryakê şênîyên taxê bêzar kirin
Welatîyên ku li Kayapinara navçeya Diyarbekirê dijîn ji bûyerên dizî, fuhuş û tiryakê yên ku li taxa wan pêk tên re bertek nîşan dan destnîşan kirin bila ev kûçeya ku lê bêexlaqî tên kirin bê girtin.
Li Sikaka 17emîn a Kolana Doç. Dr. Sıtkı Gürala Huzurevlerîya Kayapinarê, roja şemîyê xortek ji ber ku ji fuhuşa ku li kolanê dihat kirin re bertek nîşan da ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve bi kêran hat birîndarkirin. Şênîyên taxa ku lê ev bûyer qewimî ji bûyerê re bertek nîşan dan û xwestin ku kuçe bê girtin.
"Gelo divê me bo vê yekê kesek bê kuştin?"
Muxlis Aydinê ku nêzî 20 salan li taxê îqamet dike derbarê mijarê de diyar kir bo şênîyan gelek zêde zirara sikakê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev kûçe bes bo tiryak û fuhuşê tê bikaranîn. Em dixwazin ku ev kûçe bê girtin. Xortek li vê derê bi kêrê hat birîndarkirin. Ev bûyer her tim diqewimin. Ji ber wanan tu kes nikare ji vê derê derbas bibe. Me serî li şaredarîyê da, lê belê bersivek nehat. Gelo divê me bo vê yekê kesek bê kuştin?"
"Tu kes nikare ji vê derê derbas bibe, em dixwazin ku kûçe bê girtin"
Şênîyê bi navê Omer Ağirbaş jî derbarê mijarê de diyar kir ew ji ber bêexlaqîya ku zêde dibin dixwazin ku kûçe bê girtin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ev bû 10 sal ku ez li vê semtê dijîm. Berî niha çend bûyer qewimîn. Li vê kûçê dizî, xesb, bêexlaqî tê kirin û tiryak tê kişandin. Doh hevalekî me birîndar bû. Em dixwazin ku ev kûçe bê girtin. Hevalên ku pê dihesin li ber re radibin. Tu kes nikare ji vê derê derbas bibe. Em dixwazin demildest tedbîr bê standin û ev kûçe bê girtin."
Kesê bi navê Omer Toprak jî ji rewşê re bertek nîşan da û derbarê mijarê de diyar kir "Kûçe bûye cih awareyan, li vê derê fuhuş tê kirin, em dixwazin ku kûçe bê girtin."(ÎLKHA)