• DOLAR 32.562
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2430.275
  • ...
"Xelasîya ummetê bes li gor sunneta Hz. Muhammed hereket kirine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qosera Mêrdînê bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Bernameya ku xelkê eleqeyeke mezin nîşanî da di seat 13.30an de bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.

 "Ew bo mustezafan mizgîn e"

Di destpêka bernamê de axavtina silavdayînê ji teref Nivîskar-Lêkolîner Mela Mahmûd Kilinç ve hat kirin. Kilinç di axavtina xwe ya ku kir de qala ehemîyeta sunnetê kir û dû re wiha got: " Di vê qernê de ji her derî êrîşî ummeta Îslamê tê kirin û erdigarîya Îslamê bûye gola xwînê. Divê em wek Tariq bîn Zîyadê ku çûbû fetha Endulusê keştîyên xwe bişewitînin. Bo ummeta Îslamê bes rêyeke tenê heye bo rizgarîyê, ew jî li sunneta Resûlullah xwedî derketine. Çi çaxa ku em ji sunneta wî dûr ketin em bûn pçik û parî. Digel hemû tiştî ne dereng e. Em xwedî li sûnneta wî derkevin, sunneta wî bijîn û bidin jiyandin. Resûlê Xwedê bo mustezaf û mezlûman mizgîn e."

 "Ger ji nû ve li van deran hakimbûna edalet, hizûr û biratîyê tê xwestin divê em vegerin li ser rêya wî"

Piştî îlahîyên ku hatin bilevkirin re Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Osman Teyfur jî derbarê girîngîya rojevê de axavtinek kir. Teyfur di axavtina xwe de diyar kir divê li sunnetê xwedî bê derketin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Sedema fitne û fesadîya ku em tê de ne  muxalafeta me ya ji Xweda û Resûlê Wî re ye. Em ji Îslamê, ji Xwedê û ji Resûlê Wî dûr ketin, ji ber vê yekê tu tiştê me ne di ewlehîyê de ye. Me ew baş fêm nekir. Ji ber vê yekê liu alema Îslamê bi hezaran xortên me ji teref kafiran ve tên qetilkirin. Xelkê Filistînê ji bo vegerin axên xwe di wê çalakîya ku li dar xistin de tên qetilkirin. Li Efxanistanê hafizên zarok bi bombeyan tên şehîdkirin. Ger ji nû ve li van deran hakimbûna edalet, hizûr û biratîyê tê xwestin divê em vegerin li ser rêya wî. Ji bo Xwedê ji hev hez bikin. Rebbê min me hişyar bike û rojên xweş û baş bike nesîbê me."(ÎLKHA)

































































Bu haberler de ilginizi çekebilir