Fransa bo Xutaya Rojhilat bangî Neteweyên Yekbûyî kir
Derbarê wê êrîşa kimyewî ya ku li Xutaya Rojhilat hat lidarxistin de û ji teref rejîma Esed ve li ser xwe nehat girtin da ji teref Fransayê ve bang li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin.
Di heyameke ku tê de Amerîka vekişîna ji Sûrîyê nîqaş dikir û muxalifan qerar dabûn ji Xutaya Rojhilat derkevin de êrîşeke kimyewî hat lidarxistin û ev êrîş ji teref rejîma Esede ve li serxwe nehat girtin. Ji alîyekî ve ev geşedan rû didin ji alîyê din ve jî Fransa banga bi lez li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Di êrîşa ku tê îddîakirin ji teref Esed ve hatiye lidarxistin de heta niha 80 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)