Wesaîta leşkerî qelibî: 9 leşker birîndar
Li Bazîda navçeya Agirîyê wesaîteke zirxî ya aîdî cendermeyên navçeyê qelibî, di encama qezayê de 9 leşker sivik birîndar bûn.
Li Bazîda navçeya Agirî wesaîteke zirxî ya ku aîdî cendermeyên navçeyê bûn qelibî, di encama qezayê de 9 leşker sivik birîndar bûn.
Wesaîta zirxî ya leşkerî li ser sînorê Tirkîye-Îranê li nêzîkî Qerekola Hezoyê qelîbi. Di encama qezayê de 9 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambolansan hatin rakirin Nexwşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz û hatin xistin bin tedewîyê.
Li gor agahîyên ewil yên hatin wergirtin rewşa leşkrên birîndar baş e. (ÎLKHA)