• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
Wezareta Karên Derva: Lazim e êrîşa li Dûmayê di cî de bê vepirsîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dûmaya bajarê Sûrî pêr şev êrîşeke kîmyewî hat rastkirin. Di encama êrîşê de derdora 80 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîyeyê derbarê êrîşê de daxuyanîk da û di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: "Me bi endîşe bihîst ku êvara 7ê Nîsanê li Dûmaya bajarê Sûrî êrîşeke bi çekîn kîmyewî hatiye rastkirin û di encama vê êrîşê de gelek sivîlan niyana xwe winda kirîye. Li gor şik û gûmanên xurt rejimê ev êrîş rast kir, lewra sicîla rejimê ya li ser mijara bikaranîna sîlehên kîmyeyî ji aliyê civata navneteweyî ve tê zanîn. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku lazim e ev êrîş ji teref saziyên navneteweyî ve di cî de bê vekolînkirin û wiha hat gotin: "Ev bûyer dide nîşan ku biryarên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî yên hejmara wan 2118, 2209 û 2235 e û li ser bikaranîna çekên kîmyewî ne, careke din hatine binpêkirin. Lazim e civata navneteweyî li dijî vê êrîşê bertekên xwe nîşan bidin û di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û saziyên navneteweyî demildest li ser vê bûyerê lêpirsînê veke."

Di dawîya daxuyanîyê de wiha hat gotin: "Em bangî aliyên ku li ser rejima Sûriyeyê bandora wan heye dikin ku van êrîşên li hember însanîyetê sûc tê hesibandin, bê vir de wêde sivîl û yên din ferq neke van êrîşên xûnxwar rast dikin lazim e van êrîşan demildest rawestînin, berpirsiyariya xwe bi cih bînin û ji bo ku ev êrîş bê ceza nemînin gavên hewce dikin bavêjin." (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir