• DOLAR 32.33
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2299.224
  • ...
Bozdag: Leşkerên Yûnanistanê ne mijara guhertinê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aîlkarê Serokwezîr û berdevkê hikumetê Bekîr Bozdag li Yozgatê beşdarî komcivîna 'pêşveçûn' û 'Îstîhdamê' bû li îfade kir ku: "Mijareke wisa ne merseleye ku leşkerên Yûnanistan yên ku li Tirkiyeyê girtî ne bi terorîstên FETO yên li Yûnanistanê ra bên guhertin."

Alîkarê Serokwezîr Bozdag bertel mîşanî daxuyanîyên Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksîs Çîpras da û wiha got: "Kî bela xwe bi Tirkîye dide dibin manşet, nûçeyên wan derdikeve pêş û di çavê gel de pûana digrin. Lewra wiha tê fêmkirin. Ji ber vê yekê di aleyhê Tirkîye û di lehê Yûnanîstanê beyanatan dikin. Em hir tim wiha dibêjin. Çavê Tirkîye di axa ti kesî de tineye. Em ne di erdbejê de û ne jî di daryayê de çavê me di heqê tu kesî de tineye. Tirkîye destûrê nade tu kesî ji detdirêjîye li mafê gelê wê bike. Em ev yek bi caran îspat kir û ji vê yekê re dîrok jî şahide. Ji tu kesî ra fêda vê yekê tuneye ku di vê mijarê da biryara  Tirkiyeyê biceribîne, nexasim ji Yûnanistanê ra qet feydeya wê tuneye."

"Derbekarên FETO divê îadeyî Tirkîye bên kirin"

Bozdag, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di darbeya bi piştevanîya Emerîka ya ku ji teref FETO ve hat kirin de hin derbedar reviya Yûnanîstanê û wiha got: "Dema em bi Serokwezîrê Yûnanîstanê re piyîvîn got vanayê di demeke nêz de teslîmî we bên kirin. Paşê gotin hiqûq heye, pêvajoya dadhehê heye. Di vê mijarê de terorîstêên teşebusa darbeyê kiribûn îadeyî Tirîye nekirin. Dema li Yûnanîstanê tiştekî wisa bihata kirin û darbekar jî bihatana Tirkîye û Tirkîye ew derbekarana teslîmî wan nekira gelê Yûnanîstanê ji vê kekê razîba? Darbekarên teşebusa darbeyê kiribûn lazim e bên îadekirin. Ya rast Yûnanîstan hiqûqê bin pê dike û derbekaran li hember Tirkîye wek kozekê bikartîne."

"Leşker mijara guhertinê nînin"

Aîlkarê Serokwezîr Bozdag di dawîya daxuyanîyê de wiha got: "Mijareke wisa tuneye ku leşkerên Yûnanistanê yên ku li Tirkiyeyê girtî ne bi terorîstên FETO yên ku li Yûnanistanê re bên guhertin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me ev yek gelek carî anî ziman. Dixwazin bira terorîstên derbeker ên FETOyî îade bikin an jî bira îade nekin, ew mijar cuda ye û ev mijar jî cuda ye. Tirkiye dewleteke serbixwe ye û li gorî dewleta hiqûqê darizandina van leşkeran wê dewam bike. Dema dadgehê biryara xwe da, helbet hikûmeta me jî wê vê biryarê bi cih bîne. Lê belê heger Yûnanîstan vê bibêje 'Hikumeta Tirkîye ji bo îadekirina leşkerên darbekar yên FETO leşkerê me di destê xwe de digre wê çaxê ezê bibêjim 'Derewa diki'. Lewra her dû mijar ji hev cudane. Tu eleqa leşkerên derbekar û yên Yûnanîstan yên girtî bi hev re nîne. Tu carî jî tiştekî wisa neketîye rojevame. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir