Ji YapiciogluyêSerokê Giştî yê HUDA PARê ji malbata Barzanî re telefona sersaxîyê
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi telefonê li Mesûd Barzanîyê ku birazîyê wî miribû gerîya û sersaxîyên dayê.
Berî vê 2 rojan Dilovan Barzanîyê ku birayê Neçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ye jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê wefatê, Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi telefonê li Mesûd Barzanîyê ku birazîyê wî wefat kiribû gerîya û dayê.
Her wisa di serokatîya Şehzada Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê de heyetek derbasî Hewlêrê bû û bo malbata Barzanî sersaxîyên dan.(ÎLKHA)