• DOLAR 32.595
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2512.008
  • ...
Îttîhad-ul Ûlemayê bertek nîşanî qetlîama li Efxanistanê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qûndûza wîlayetê Efxanîstanê di dema îcazeta medreseyekê de ji teref Emerîka ve bi balafirên herbê êrîş hat rastkirin. Di encama êrîşê de ji 100î zêdetir xwendekarên ku perwerdehîya xwe temam kiribûn hatin qetilkirin û herî hindik ewqas kes jî birîndar bûn.

Îttîhad-ul Ûlemayê bi daxuyanîyek çapemenîyê qetlîma ku li medreseyek Efxanîstanê hat rastkirin telîn kir.

Îttîhad-ul Ûlemayê destnîşan kir neyarên Îslamê naxwazin zihnîyeteke Îslamî çê bi be û ji ber vê yekê bi zanetî êrşên wisa rast dikin. Ji bo Misliman ji îşxal û qetlîaman bên xilaskirin divê tev bibin yek û tefrîqayên di nava xwe de deynin hêlekê.

Beyanata çapemenîyê li avahîya Îttîhad-ul Ûlemayê hat tertîbkirin û daxuyanî ji teref Alîkarê Serokê Giştê yê Îttîhad-ul Ûlemayê Mela Beşîr Şîmşek ve hat kirin. Şîmşek, ji bo kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rehmet xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwst.

Şîmşek, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew êrîşê telîn dike û wiha got: "Li Efxanîstanê xwendekarên ku perwerdehîya xwe ya hafizîyê temam kiribûn û li bernameya ku temamên wan sivîl bûn êrîş hat rastkirin. Di encama vê êrîşê de pirê wan zarok ji 100î zêdetir birayên me yên Misliman jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûnin. Em wek Îttîhad-ul Ûlemayê ji bo kesên jiyana xwe winda kirine ji Xweda rehmet ji malbatên wan re sebra cemîl û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Em vê êrîşa ne însanî lenet dikin û şermezar dikin."

"Ev êrîşa, êrîşeke bi zanetî li Îslam û Quranê hatiye kirin"

Şîmşek îfade kir ku ev êrîş, êrîşeke qesdî ye û got: "Ev êrîş vê bi me dide nîşandan; li derekê fîtne ketibe li wir temamê însanan miheqeq jê zirarê dibîn in. Em vê bûyerê wisa dinirxînin. Ev êrîşa di heman wextê de êrîşeke bi zanetî li Îslam û Quranê hatiye kirin e."

"Çêbûna zîhnîyeteke Îslamî hin kesan diltirs dike"

Şîmşek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ev bûyer di heman wextê de bi me dide hîn kirin ku Çêbûna zîhnîyeteke Miliman hin kesan diltirs dike. Li hêla din em di nûçeyên ketine çapemenîyê de jî dibînin ku li Efxanîstanê di navbera Talîban û dewletê de pêvajoyek aştîyê heye. Îhtîmaleke mezin e ev êrîş ji bo aştî çênebe hatîyê kirin û em vê êrîşê wek êrîşeke li aştîyê hatîye kirin dibînin."

"Ji bo Misliman ji îşxal û komkujîyan xilas bibe divê bi hev re hereket bikin"

Şîmşek di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku axeke di destê Emerîka de be li wir, wê her tim fitne, xwîn û hêstrê çavan kêm nabe û wih got: "Lazim e gavek berî gavekê Misliman bi xwe werin, bibin yek û bi hev re hereket bikin lewra ji bilî yekîtîyê tu çara me tineye. Em wek Îttîhad-ul Ûlemayê careke din vê bûyerê lanet û şermezar dikin."   

Dema xwîna diherike xwîna Misliman be dinya kor û ker dimîne"

Di dawîya beyanatê de Şîmşek wiha got: "Mixabin îro li Sûrî, Iraq, Efxanîst û li temamê erdingarîya Îslamê xwîna Mislimana tê rijandin. Disa di dîroka me ya nêz de li Filistînê gelek birayên me yên Misliman bi awayên wehşîyane hatin qetilkirin. Dema li pêş çavê dinyayê xwîna Mislimana diherike dinya ker û kor dimîne. Careke din em vê yekê bi bîra Mislimanan dixe û ji bo em tev têkevin pêşîya vê fitneyê lazim e em tev bibin yek û bi hevre hereket bikin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir