• DOLAR 32.369
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.405
  • ...
 "Tiryak problema temamê însanan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her ku diçe di nava civakê de bikaranîna tiryakê belav dibe û temena bikaranîna maddeyên tiryakê ketiye hetanî mektebên destpêkê bi xwe jî. Digel tedbîrên ku tên standin di nav civakê de pêşîya vê yekê nayê girtin. Lewra di vî warî de micadeleya pêwîst nayê kirin û di gelek cihên mîna fîlm û rêzefîlman de sehneyên teşwîqkar dibin sedem ku însan têkevin nava vê teqana tiryakê.

Serokê Bajêra Entabê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Eratê ku derbarê bê problema civakî de ji ÎLKHAyê re axivî derbarê mijarê de nirxandinên balkêş kir. Erat di nirxandina ku kir de diyar kir tiryak problema temamê însanan e û dibê hemû kes hewil bida da ku ev illet ji kokê bê paqijkirin.

 "Ew sehneyên teşwîqkar ên di fîlm û rêzefîlman de dibin sedem ku xort berê xwe bidin  tirkyakê"

Erat di berdewama nirxandina ku kir de diyar kir her ku diçe cûreyên tiryakê zêdetir dibin û hinek sedem hene ku dibin sebeb tiryak bên bikaranîn û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Medya di vî warî de sedemeke çalak e. Her wisa fîlm, rêzefîlm, sînema û medyaya civakî jî sedem in ku tiryak bên bikaranîn.. Di wan sehneyên fîlm û rêzefîlman de bikaranîna cixarê û tiryakê xortan teşwîqî bikaranîna tiryakê dikin. Mixabin xortên me bi vî awayî dest bi tiryakê dikin. Ji bilî vê alîyeke civakî ya vê tiryakê jî heye. Ew jî malbatên wan kesên ku bi tiryakê emel dikin e. Malbatên wan ji ber vê yekê perîşan in, em bi wan re û bi dikandarên xwe re derbarê mijarê de hevdîtinan dikin. Exlebeyê xortên ku tiryakê bi kar tînin nikarin tedawî bibin. Tedawîya hinekan jî nîvco dimîne. Li gor daneyên fermî rêjeya însanên ku qanê bûne da ku bên tedawîkirin bes ji sedî 3 ye."

 "Hetanî di dibistanên destpêkê bi xwe de jî tiryak tê bikaranîn"

Erat di berdewama axavtina xwe de diyar kir di warê micadeleya li dijî tiryakê de ji hêmanên herî girîng yek jî manewîyat e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em bawer dikin ku divê di her warî de bi tiryakê re micadele bê kirin û em wek partîyê  li ser vê meselê bi şikleke ciddî radiwestin û li seheyê jî vê meselê dişuxilînin. Lê belê ev bes ne problema partî, sazî û malbatekê ye; berawajî problema temamê însanetîyê ye. Divê temamê însanan bi vê meselê eleqedar bibin. Tiryak weba û problema herî mezin  a esra me ye. Di roja me de probelemek wisa ye ku belkî jî ji terorê jî mezintir e. Divê li dijî tiryakê li her qadê bi şikleke ciddî micadele bê kirin."

Erat di dawîya axavtina xwe de diyar kir medya  û diyanet jî di warê micadeleya bi tiryakê re de bi çalak cî bigrin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir