"Ji wextê ku Amerîka ketiye Efxanistanê vir ve êrîş bênavber berdewam dikin"
HUDA PAR, derbarê qetlîama ku ji teref Amerîka ve li Efxanistanê hat kiirn de diyar kir " Ji van êrîşên Amerîka û hevkarên wî parastina însanên bêsûc û siwîl him ji hêla hiqûqa Îslamî ve him jî hêla hiqûqa gerdûnîve zaruretek e."
Serokatîya Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê derbarê êrîşa Amerîka ya ku li medresê kir û tê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan de daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin li ser qetlîamên ku Amerîka ji roja ku Efxanistanê îşxal kiriye vir ve û hat destnîşan kirin bi deh hezaran kesên siwîl di van êrîşan de hatin qetilkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin Amerîkaya ku xwe 'cendirmeyê dinyayê' dibîne û ji belavbûna Mislimanan sûdê werdigre ji roja ku ketiye Efxanistanê vir ve êrîşên xwe bênavber didomîne û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Amerîkayê ku xwe 'cendirmeyê dinyayê' dihesibîne, di van pêlên dawî de bi balafirên bêînsan ên bi çek êrîşan dibe li ser dawat, tazîye û mizgeftan û bi şikleke bêperwa însanan qetil dike. Di vê pêvajoya ku tê de vekişîna ji axên Efxanistanê tê xeberdan de pêkhatina vê êrîşê, paşxaneya van stratejîyan li ber çavan radixe. Divê ew însanên bêguneh û bêsûc û siwîl ji wan êrîşên Amerîkayê ku ji xwe re kiriye adet li ser axên Mislimanan xwînê birjîne û hevkarên wî bên parastin û ev yek him ji hêla hiqûqa Îslamî ve him jî hêla hiqûqa gerdûnî ve zaruretek e."
Di dawîya daxuyanîyê de ji wan Mislimanên ku di medresê de hatin qetilkirin re ji Xweda Teala rehmet û bo naskirîyên wan jî sebra cemîl hat telebkirin.(ÎLKHA)