Serokomarê Îranê Rûhanî hat Tirkîyê
Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê bo beşdarî Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê bibe hat Tirkîyê û li Kullîyeya Serokomartîyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kir.
Berîya hevdîtinê Rûhanî ji teref Serokomar Erdogan ve hat pêşîwazîkirin. Piştî pêşîwazîkirinê her du serokomar li ber alên Tirkîye û Îranê destên hev dû girtin û dû re bo hevdîtinê bi tenê derbasî Kullîyeya Serokomartîyê bûn.(ÎLKHA)