• DOLAR 32.592
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2510.01
  • ...
"Hemû kes dizanibû ku li Iraqê çekên kimyewî tunebûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêzên Koalîsyona Pir Neteweyî ya ku di 20ê Adara 2003an de di pêşîvantîya Amerîka û Îngilterê hatibû damezrandin bi hinceta çekên kimyewî  êrîşî Iraqê kiribûn û Iraqê îşxal kiribûn.

"Amerîka dixwast ku Iraqê îşxal bike û ev kontrola ku me dixwast bikin ne li gor berjewendîya wan bû"

Jose Bustanîyê dîplomatê Brezilî yê ku berîya îşxala Iraqê wek Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî wezîfe dikir derbarê hebûn an tunebûna çekên kimyewî yên li Iraqê de ji BBCyê re axivî: " Iraq û Lîbya jî biryara beşdarbûna peymanê dan û kontrol dikaribûn di 2002an de bên kirin. Lê belê Amerîka dixwast ku Iraqê îşxal bike û ev kontrola ku me dixwast bikin ne li gor berjewendîya wan bû. Ger kesên kontrolkar ketibana Iraqê dê li rasta çekên kimyewî nehatibana wê demê ew ê bo îşxalê mecbûr mabana ku tiştine din nîşan bidin. Hemû kes dizanibû ku li Iraqê çekên kimyewî tunebûn."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir