• DOLAR 32.58
  • EURO 34.912
  • ALTIN 2435.74
  • ...
Emerîka li Menbice du baregehê nû înşa dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tê îfade kirin ku artêşa Emerîka li bakûrê Menbicê li başûre rojhilata gundê Dadatê du baregehên nû yên leşkerî înşa dike. Ji bo înşeata wan baregehan gelek materyalên înşeatê û wesaîtên kar sewqî deverên lê baregeh tê çêkirin hat kirin.

Baregehên tê çêkirin di nava devera Herekata Mertala Firatê li hataibû çêkirin li navçeya Cerablûsê 8 kîlometra dûrî Çemê Sacûyê ye.  

Emerîka baregeha din jî 4 kîlometra dûrî xeta cephe înşa dike. Unsûrên Emerîka li kûfregehek deverê xebatên xwe dewam dike. Dema baregeha Eemrîka bê temamkirin wê bibe baregeha herî nêzîkî devera Mertala Firatê.

Tê îfadekirin ku baregeha Emerîka li bakûrê Menbicê li rojavayê el Babê ya di bin kontrola TSK-OSO yê de ye. Tê îfade kirin ji bakûr ji navbera mewzîyê OSO û PKK/YPGê de tenê çend send metre mesafe hene.

Mala Şopandina Mafên Însanan ya Sûrî îfade dike ku li Menbicê derdora 350 leşkerê kûalîsyon û yên Emerîka henin. Çend roj berê jî Emrîka ji hêzên kûalîsyonê re qûwetên alîkar şandibû deverê. YPG/PKKê bi piştgirîya Eemrîka di Tebaxa 2016an de Menbic ji destê IŞÎDê derxistibûn. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir