'Serîlêdanên derengî' yên Îmtîhana Sazîyên Perwerdehîya Bilind dest pê kirin
Namzedên ku di wextê wê de serîlêdanên xwe nikaribûn bikin û ji serîlêdanê man ew ê îro karibin "serîlêdana derengî" bikin.
Ji teref Navenda Pîvan Hilbijartin û Bicîkirinê ve hatibû destnîşankirin serîlêdanên Îmtîhana Sazîyên Perwerdehîya Bilind ên ku îsal dê cara ewil bê kirin di navbera dîrokên 1-21ê Adarê de bên kirin.
Kesên namzed ên ku di navbera van dîrokên diyarkirî de serîlêdana xwe nekirin dê îro karibin "serîlêdana derengî" bikin.(ÎLKHA)