Erdogan: Me di warê S-400î de li hev kir, ew kar êdî qedîya
Serokomar Erdogan derbarê meseleya mûşekên S-400î diyar kir "Me di warê S-400î de li hev kir, êdî ew kar qedîya û me dev ji vê berda."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî civîna ku hat kirin re daxuyanîya hevpar a çapmenîyê dan.
Di daxuyanîya hevpar de Serokomar Erdogan diyar kir "Me di warê S-400î de li hev kir, êdî ew kar qedîya û me dev ji vê berda."
Pûtîn jî derbarê pêwendîyên Rûsya û Tirkîyê de diyar kir " Pêwendîyên bi Tirkîyê re pêşve diçin. Di hinek mijarên cûda de bo peymanên nû me talîmata amadehîyê da sazîyên têkildar."(ÎLKHA)