• DOLAR 32.597
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2492.057
  • ...
Amerîka li Efxanistanê medresê bombebaran kir: Herî kêm 100 kes hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kunduza parêzgaha Efxanistanê medreseyek ji teref Amerîka ve hat bombebarankirin, di encama bombebaranê de herî kêm 100 kes hatin qetilkirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî Efxan ê ku li herêmê digel Amerîka dixebite her çi qas bibêje êrîş li hember Talîban hatiye kirin jî ew zarokên ku di êrîşê de birîndar bûne û hatin anîn nexweşxanê nîşan dide ku kesên siwîl hatine hedefgirtin.

Li gor daneyên Koma Parastina Siwîlan di meha adarê de li Efxanistanê  di wan bûyerên ku pêk hatine de herî kêm 121 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane û 322 siwîl jî birîndar bûne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir