• DOLAR 32.586
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2421.655
  • ...
Yekîtîya Ereban bo Filistînê dê derasayî bicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Yekîtîya Ereban ji ber teleba Filistînê û êrîşên siyonîstên îşxalker ew ê di asta temsîlkaran de bi şikleke derasayî bicive.

Di daxuyanîya ku ji teref Arîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Filistînê yê Yekîtîya Ereban Seîd Abu Elî  ve hat belavkirin de destnîşan kir Yekîtîya Ereban geşedanên ku pêk tên û bûyerên ku tê de 18 Filistînî şehîd bûn ji nêz ve taqîb dike.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn." Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera 'Roja Axê' de xwepêşanên "Meşa Mezin a Vegerê' hat lidarxistin.

Di encama vê meşa ku tê lidarxistin de heta niha 18 Filistînî şehîd bûn û 750ên wan bi berikên rast tev de zêdetirî 1500 kesan jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin ew ê xwepêşan nêzî 6 heftîyan berdewam bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir