• DOLAR 32.582
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2424.721
  • ...
"Sedemên xwekujîyê bêmenewîyat e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di demên paşînde bûyerên xwekujîyê gelk zêde bûn jiber vê yekê pispor îfade dikin ku sedemên xwekujîyê yên sereke bêmanewîyat e.

Miftîyê Hezoyê navçeya Êlihê Hasan Serçe bûyerên xwekujîyê jî nûçegîhanê ÎLKHAyê re nirxand û îfade kir ku valatî û bêmanewîyata di nava civakê de bingehîyê ji bûyerên xwekujîyê re amade dike û diyar kir ku divê li gor Qur'an û Sunetê ew valahî bê dagirtin.

Serçe, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku dive ku sedemên xwekujîyê yên psîkolojîk, civakî û fizîkî jî hebin, lê belê kesekî xweyê îmana bi quwet tiştekî wisa nake.

Serçe, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Di civaka mede di serê pirsgirêkên me yên herî mezin de bêmanewîyata zarokên me tê û ji ber vê yekê ciwanên me meyla xwe bera ser întîxarê didin. Mixabin em dibêjin xwezî tiştên wisa tineban, lê belê mixabin her ku roj diçe hejmara bûyerên wisa zêdetir dibin. Xwekujî tê wateya kesek bi îrada xwe û bi zanetî dawîyê bide jiyana xwe. Gelek nîmetên ku Xwedayê mezin wek emanet daye me henin. Ji van nîmetana yê herî muhîm jî canê me ye. Kesên bi bê emrîya Xweda dawîyê li jiyana xwe tînin ev tê wateya kêmanîya îmanê. Bi taybetî ciwanên me di tiştekî biçûk de dikarin tiştên wisa bifikirin. Helbet sedemên vê yên cuda jî henin. Dive ku nexweşîyên psîkolojîk jî dibe sedemên bûyerên wisa."

Serçe, wiha got: "Dive ku hin kesên ji ber nexweşîyên fîzîkî bixwzin gavek berî gavekê ji dinyayê biçin. Pisgirêkên di navbera malbatê de jî dibe sede xwekujîyan. Kesekî tenê dimîne û di bin bandora medyayê de dimîne jî gelek caran dixwazin li jiyana xwe dawîyê bînin. Di nava civakê de pirsgirêka alkol û qumarê jî sedemeke xwekujîyê ya din e. Binerin dema însan di warê îman û Îslamê de kêmasîyê wan hebin tewesulî tiştên wisa dikin. Ji xwe sedemê esil yê xwekujîyan bêmanewîyatî ye."

"Dema em manewîyata xwe zêde bikin emê têkevin pêşîya xwekujîyan"

Serçe, destnîşan kir ku dema kes di warê manewîyatê de bên piştgirîkirin dê xwekujîyên kêm bibin û got: "Divê em manewîyata ciwanên xwe xurt bikin. Em li dibistanan ehemîyetê zêdetir bidin dersên olî. Ji bilî îman û Îslamê tu tiştên pirsgirêkên me çareser bikin tineye."

"Dema em musîbetan li gor îmanê binirxînin întîharê nemîn in"

Serçe, di berdewama axaftina xwede wiha gor: "Gelek tiştên nefs dixwazin henin. Yek ji wan jiyana bê sînor e. Lê belê divê em wek Mislimanan li gor Qur'ana Pîroz hereket bikin. Xweda me îmtîhan dike. Ji nîşanên bawerîya me yek jî sebre. Ji ber vê yekê lazim e em li hember bela û musîbetên tên serê me sebir bikin."

"Divê em tev bi hevre ciwanên xwe di warê manewîyarê de îhya bikin"

Serçe, di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Valatîya manewîyatê li ser bûyerên xwekujîyê bandoreke mezin digre. Dema manewîyata ciwanên me kêm be valatîya heye bi tiştên din dadigrin. Wê valahîyê bi înternet, televîzyon û çanda teqlîdê dadigrin. Lazim e em ciwanên xwe bi lezzeta îmanê jinava wan tiştan xilas bikin. Ji ber vê yekê lazim e em tev bi hevre ciwanên xwe di warê manewîyatê de îhya bikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir