• DOLAR 32.423
  • EURO 35.196
  • ALTIN 2325.22
  • ...
Yapicioglu problem û gazinên esnafê Bidlîsê guhdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û heyeteke qelebalix ji teşkîlata bajêra Bidlîsê pêk ve dikandarên Bidlîsê ziyaret kirin û derd û kulên wan her wisa gazin û gilîyên wan guhdar kirin.

Di dema ziyaretên ku hatin kirin de dikandaran ji Yapicioglu re qala rewşa wan a nebaş û her ku diçe nebaştir û xirabtir dibe kirin û jê xwestin ku gazin û gilîyên wan ji kesên rayedar re veguhezînin da ku çareyek ji bo van probleman bê dîtin. Dikandar her wisa derbarê rewşa giştî ya bajêr bi xwe de gazinan kirin û bo bajêr wesfên mîna "Bajarê Mirî, Xiraba û Metruk" bi kar anîn û dû re destnîşan kirin ji ber bêkarîyê xortên bajêr berê xwe didin tiryakê û ew ji ber OHALa ku hêj berdewam dikin newêrin problem û zehmetîyên  xwe bînin zimên.

 "Esnaf bo bajêr tabîrên mîna 'Bajara Mirî', 'Bajara Xirabe' bi kar tînin"

Piştî ziyaretên ku hatin kirin re Yapicioglu bi endamên çapemenîyê re hat bal hev û ji wan re daxuyanîyek da. Yapiciogu di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir  dikandar ji ber tunebûna kar, pir zêde ji dewamkirina xebatan  û ji nedîyarîya "Projeya Islah Ser Nehrê"  û ji guncavnebûna kargehên nû yên li gor şert û mercên cografî gazin û gilîyan kirin.

Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Îro me dikandar û sûka Bidlîsê ziyaret kir. Ev bû demeke dirêj ku dikandarên Bidlîsê ji tunebûna kar gazinan dikirin. Di bergeha projeya islahkirina nehrê de neqilkirina dikanên esnafan heye. Esnaf gelek zêde ji vê neqilkirinê gazinan dikin. Esnaf dibêje ji ber wan xebatên navbajêr girtina rêyan û rakirina rawestgehan gelek zêde zirarê dide wan. Hema hema dikandarê ku gazinan nake tuneye. Gazinên ku tên kirin ji sepana giştî, ji wîlayetê û ji şaredarîyê tên kirin. Nexasim bo rewşa bajêr hevokên pir ecêb bi kar tînin. Wek mîna 'Bajara Mirî', 'Bajara Xirabe."

"Kêr gihaştîye hestî"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Gelek dikandarên me yên ku sîftahê nakin û dikanên xwe nagirin hene, Ew ê ev yek heta kengî berdewam bikin. Ew ê çawa îdare bikin, diyar e ew ê ev rewş zêde berdewam neke." Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kêr gihaştîye hestî. Me di warê ragihandina mişkîleyên dikandaran a bo rayedaran de soz da û niha em gava ewil davêjin. Em dixwazin bi wasitaya çapemenîyê van zehmetîyan bibêjin. Digel ku Bidlîs gelek zêde ne qelebalix be jî bi zanebûn bajêr li herêmeke berfireh tê belavkirin. Di rojevê de guherîna wargeha Bidlîsa kevin heye û Bidlîs ber bi Rahva ve berfireh dibe. Ji ber vê yekê li navendê nifûs kêm dibe û dikandar zehmetîyê dikşînin. Ew kargehên ku wek xana ker tên çêkirin ne li gor şert û mercên cografîk ên bajêr in.Vê yekê dikandar ji me re gotin.Berf gelek zêde dibare li Bidlîsê. Tê diyarkirin ew  cihên ku nû tên çêkirin ji berfê tesîrdar bibin. Him jî mulkîyeta wan dikanên ku li wê derê tên çêkirin pir baha ye û metreçarçikên wan hindik e. Dikandarên ku ji ber girtîbûna rêyan demeke dirêj sîftah nekiriye dibêje ' Ji xwe ger di berîka me de ew pereyê ku bo dikanan ji me dixwazin hebena, em ê şuxilandina vê yekê ya li derveyê bajêr fikirîbana.Bi rastî jî ew der gelek biha ye." Ji ber ku rê girtîne û xebatên parkê gelek zêde berdewam kirine dikandar gelekî zêde zirar kirine. Êdî dikandarê Bidlîsê gihaştiye dawîya sebrê."(ÎLKHA)



























































































Bu haberler de ilginizi çekebilir