• DOLAR 32.379
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2325.448
  • ...
Hat îddîakirin li Dumayê lihevkirin çêbû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Dumaya ku li Sûrîyê wargeha herî dawî ya di destên muxalifan de ye ew ê kesên muxalif bên şandin Cerablûsa li ser sînora Tirkîyê û di vî warî de lihevkirin çêbû.

Li gor peymana ku di bin garantorîya Rûsyayê de hat kirin komên çekdar ên li Dumayê bên tehlîyekirin û dê bên şandin Cerablûsa li bakûrê Sûrîyê

Her wisa hejmara kesên ku ji Xutaya Rojhilat hatine tehlîyekirin gihaşt 50 hezaran. Hat ragihandin ew ê kesên siwîl li Îdlîb û li çoltera xerba Helebê bên bicîkirin.

Hêzên rejîma Baasê ji meha sibatê vir ve bo Xutaya Rojhilat a ku di destê muxalifan de ye bi dest bixe dest bi êrîşan kiribû. Di êrîşên bejayî û asimanî de nêzî 2 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Di encama êrîşên asimanî û bejayî de heta niha ji sedî 95ê bajêr ketiye bin kontrola hêzên rejîma Baasê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir