• DOLAR 32.478
  • EURO 34.942
  • ALTIN 2428.724
  • ...
Li Ramallahê sîyonîst hatin protestokirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 30yê Adarê Roja Axêde li Xezzeyê ji bo axên ji teref sîyonîstan hatîye îşxalkirin protesto bikin çalakî hatibû li dar xistin. Çeteyên sîyonîst êrîşî Filistîyan kiribûn û 15 Filistînî şehîd kiribûn û bi hezaran kes jî bi kuleyên plastîk birîndar bûbûn.

Li Ramallahê bi sedan Filistînî û endamên Kilisa Katolîk jî dinav de Filistînîyên hatibûn şehîdkirin bibîranîn.

Gelek saziyên Neteweyên Yekbûyê û yên Rêxistina Efê ya Navneteweyî xwestin ku derbarê şehîdkirina 15 Filistînîyan de lêpêrsîn bên destpêkirin. Lê belê çeteyên sîyonîst ev daxwaz qebûl nekir û red kir.

Wezîrê Parastinê yê Çeteyên Sîyonîs Avîgdor Lîeberman derbarê mijarê de daxuyanî da û got: "Leşkerên me tiştê hewcebû kir û ji niha û pêde jî dê wisa dewam bikin."

Li gor daneyên Wezareta Tendirustîyê ya Xezzeyê di xwepêşandanan de herî hindik 750 Filistînî bi guleyên rast û yên plastik hatin birîndarkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir