• DOLAR 32.577
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2429.852
  • ...
Teleba îltîcayê ya wezîfedarên qamû û dîplomatên Tirkîyeyî li Almanya zêde bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji teşebûsa darbê ya li Tirkîyê vir ve zêdetirî hezar dîplomat û wezîfedarên qamûyê digel malbatên xwe ji Almanya teleba îltîcayê kirin.

Ji teref Daîreya Penaber û Koçê ya Almanyayê ve daneyên teleba îltîcayê ya ku li Almanya hatine kirin hatin belavkirin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin  ji teşebûsa darbê ya li Tirkîyê hetanî 7ê Adara 2018an  288ê kesên ku  xwedîyê pasaporta dîplomatîk û 771 kesên ku xwedîyê pasaporta kesk in li Amlnaya serîlêdana teleba îltîcayê kirin.

Her wiha hat destnîşankirin hejmara welatîyên ku di sala 2017an de serîlêdan kirine 8 hezar û 500 û hejmara kesên ku di sala 2016an de serîlêdan kirine jî 5 hezar û 700 kes e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir