• DOLAR 32.645
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2495.949
  • ...
Ji kesên ku di Îmtîhana Sîyerê de ketin derecê re xelat hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di 18ê Sibatê de Îmtîhana Sîyerê hatibû lidarxistin. Ji kesên ku li  Wanê beşdarî îmtîhanê bûn û di îmtîhanê de bi ser ketin û ketin derecê re xelata wan hat dayîn.

Bernameya xelatdayînê li salona konferansê ya Lîseya Îmam Xatîbam a Navendê hat lidarxistin. Di bernameya ku bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir de Endamê Platforma Evîndarên Pêxember Tusuf Turk axavtinek kir.

 "Ger hûn ji Xweda hez dikin tabi'ê min bibin da ku Xweda ji we hez bike"

Turk di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir "Ger em lênerîna Wî ya dinya û axretê zanibin û ger em heyata Wî tetbîqê ya xwe bikin em ê wê demê rizgar bibin" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xweda di Sûreta Alî Îmran di ayeta 31emîn de dibêje 'Ey Muhammed! Bibêje, ger hûn ji Xweda hez dikin tabi'ê min bibin da ku Xweda ji we hez bike.' Xweda Teala di vir de hezkirina bi ya Resûlê xwe ve girê daye.  Ger mumunek bibêje ez ji Xweda hez dikim û tabi'ê jiyana Resûlullah nebe ew tişt tê wateya ku ew kes ji Xweda hez nake. Em hezkirina xwe ya Xweda dikarin ji tabî'bûna Resûlullaj dikarin fêm bikin. Lewra sîreta Resûlullah bo me muhîm e. Ger em wek muminan rizgarîyê bixwazin divê em tabi'ê sîreta Resûlê Xwedê bibin. Dema ku em li gor sîreta wî hereket bikin em ê hingî bibînin ku em gihaştine felahê."

Kesa bi navê Muazzez  Kirikkkayaya ku di îmtîhanê de xelat qezenc kir derbarê mijarê de diyar kir divê em heyata Pêxemberê me tatbîqê amelên xwe bikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir