• DOLAR 32.515
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2447.354
  • ...
"Ew êrîşên ku li camîyan tên kirin tezahura dijmintîya Îslamê ya ku tê kirine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Ew êrîş tezahura dijmintîya Îslamê ya ku di dilên wan de ye"

Altun di nirxandina xwe ya ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir ew dibihîzin û dibin şahid ku di van demên dawî de li Ewrûpayê li hember camî û kesên mutedeyyîn êrîş tên lidarxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew însanên ku xwedîyê wê zihniyetê ne û êrîşan li dar dixin hinek tiştan ji xwe re wek hincet nîşan didin û êrîşî camîyan dikin; lê belê di ya rastîyê de ew êrîş tezahura dijmintîya Îslamê ya ku di dilên wan de ye. Ew zihniyeteke wisa ye ku di her fersendê de êrîş dibin  li ser Qur'an, camî û Mislimanan."

 "Divê Misliman li mizgeft û nirxên xwe xwedî derkevin"

Altun di berdewama axavtina xwe de diyar kir çapemenî ji van êrîşan re bêdeng dimînin û ev yek jî wek alîkarîya ku ji wan re tê kirin tê dîtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wan êrîşên ku li hember camîyan tên kirin qetîyen qebûl nakin, divê Misliman ji vê yekê re bêdeng nemînin. Ew kes di her fersenda ku dibînin  êrîşan dibin li ser nirxên me yên dînî û vê yekê ji xwe re kirine kevneşop. Em van kesan û êrîşên ku dikin telîn dikin. Divê Misliman xwedî li mizgeft û nirxên xwe derkevin. Em mecbûr in ku nirxên xwe yên Îslamî li ser pêyan bigrin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir