Ji ber erdhejê mekteb hatin tatîlkirin
Li Golyakaya navçeya Duzceyê ji ber erdhejên ku li ser hev çêbûn mekteb hatin tatîlkirin.
Di wextên şeveqê de li Golyakaya navçeya Duzceyê li ser hevdû 3 caran erdhej çêbû. Ji ber erdhejên ku çêbûn li navçm mekteb hatin tatîlkirin.
Li gor daneyên Rasatxaneya Qandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî navenda erdhejê gundê bi navê Îçmeler e û derdora seat 08.50an de di mezinahîya 2.7an de erdhejek pêk hat.
Erdeheja duyemîn a ku navenda wê Golyaka bi xwe bû di seat 08.20an de pêk hat û mezinahîya wê 3.1 bû. Erdheja sêyemîn a ku navenda wê dîsa gundê Îçmeler bû di derdora seat 08.55an de pêk hat û mezinahîya wê jî 3.5 bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Duzcê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin ji ber erdhejan dê û bavên xwendekaran zarokên xwe ji mekteban girtine ku ji ber vê yekê nikare perwerdehîyeke bi sihhet bê dayî û mekteb hatine tatîlkirin.(ÎLKHA)