• DOLAR 32.6
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2496.944
  • ...
Erdogan: Bereketa Çiqlê Zeytûnê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku hevdîtinên Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpa yên ku li Varna yê baş derbas bû ye û îfade kir ku, "Dema hûn bi hêz bin hevdîtin cuda derbas dibin. Pêvajoyên erênê tev bereketa Mertala Firat û Çiqlê Zeytûnê ye."                                                                                          

Erdogan, îfade kir ku gotina me bi Yekîtîya Ewrûpa re di temamê mijarên de li hev kirîye ne gotineke rast e û wiha got: "Belê em bibêjin me tamamê mijarên nerêtî li paş hiştîye û hertişt temam e ev ne gotineke rast e. Lê belê di asta serokan de gevdîtinên me û hatina me ya cem hev ev tiştekî girîng e. Di warê dewam kirin a gotebêj û zêdekirina têkilîyan de lihevkirin heye. Lazim e hevalên me zêdetir bixebit in. Lê belê eleqeya veya bê em wek dewletê çiqas bi hêz û quwete ji têkildare. Dema hûn bi hêz bin pêvajo cuda dibe."

"Emê li Iraqê bibin şopîner"

Erdogan, di warê operasyona Sîncarê de jî wiha got: "Hikumeta Iraqê xesasîyetên me dizane. Ji me re agahî şandin û gotin, 'Niha me operasyona Sîncarê ji çend baskan de daye dest pê kirin'. Niha ji wan kesekî nû hatîye serê îstîxbaratê hatîye û  bi Hakan beg re hevdîtin kirî ye. Dibêjin di warê erênî de pêşketin hen in. Emê bibin şopînerê vî îşî. Di çapemenîyê de wêneyên leşkerê Iraq û yên YBŞyîyan li cem hev derket. Qaşo serokê YBŞê dibêje emê Sîncarê terknekin. YBŞ an yên din tev çîrokin. Em tenê li beyanatan nanerin; em dinerin bê çi dikin em dixwazin bi çavê xwe bibînin. Heger ji Sîncarê terorîst bên derxistin ev baş e. Na heger neyên derxistin Sîncar ji sînorê me 60 kîlometreyî dûr e emê li wir jî operasyonê rast bikin."

"Ji bo îdîayekê tewra me ya li hember Rûsya nayê guherandin"

Erdogan, di heqê qirîza di navbera Îngîltere û Rûsyayê ya casûs de jî wiha got: "Ji xwe fikr û ramanên Tirkîye bi NATO û Yekîtîya Ewrûpa re tê parvekirin. Bi temamî emê wek wan hereket bike ev ne merseleye. Li ser îdîayekê hin dewletan hin gav avêtibin ev nayê wateya emê jî heman gavan bavêjin."

"Remza Gurêboz spontane çêbû û baş jî bû"

Li ser pirsa ku we li Mêrsînê remza Gurêboz kir. Di vî warî de hûn bi Bahçelî re axifîn an? Erdogan wiha got: "Dema min xwes ez remza rabîa bikim spontane çê bû. Ji xwe min ferq jî nekir, piştî axaftin qedîya hevalan got in. Ji derveyî îradeya min çêbû feqet xweş jî çê bû."

"Ez ji edaletê ne mestir im"

Serokomar Erdogan di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku mijara 2 leşkerê Yunan yên ku sînor derbas kiribûn û hatibûn girtin jî di zîrveya Tirkîye-Yekîtîya Ewrûpa de hat rojevê û wiha got: "Me ji wan re got ev mijar li darazê ye. Ji min re gotin hûn Serokomarekî mezin e, wan her dû leşkeran berdin. Min jî ji wan re got, 'Ez ji edaletê ne mestir im. Min ji wan re got, divê meriv bende biryara darazê bin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir