Di navbera Siûdîyan û Amerîka de peymaneke 16 milyar dolar hat kirin
Di navbera şîrketên Siûdîyan û Amerîka de peymaneke ku nirxê wê 16 milyar dolar e hat kirin.
Hat ragihandin di ziyareta ku Prens Selmanê Welîahdê Erebistana Siûd li Amerîka kir de di navbera her du welatan de pêşpeymaneke ku nirxê wê 16 milyar dolar e hat îmzekirin. Derbarê naveroka peymana ku hat îmzekirin de tu agahî nehat dayîn.
Her weku dê bê bîran berî niha jî di dema ziyareta ku Trump li Siûdî kir de peymaneke leşkerî ya ku nirxê wê 350 milyar dolar bû hatibû îmzekirin.(ÎLKHA)