• DOLAR 32.58
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2430.468
  • ...
Yekîtîya Ewrûpa wê alîkarîyê ji bo miltecîyan dide kontrol bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîya Ewrûpa eşkere kir ku ji niha û pêde alîkarîyên ku ew ji bo penamberên Sûryeyî didin dê kontrol bikin. Wekî ku tê zanîn li Tirkîye nêzîkî 4 mîlyon miltecîyên Sûryeyî henin.

Li gor daxuyanîya ji teref Dîwana Mihasebê ya Ewrûpa hat kirinde hat îfadekirin ku 3 mîlyar dolar alîkarîya ku Yekîtîya Ewrûpa di navbera salên 2016de û 2017ande ji bo şert û mercên penamberên Sûryeyî baştir bibe daye Tirkîye dê bê kontrol kirin.

Ekîbên teftîşê yên ku ji çavkanîyên malî yên Brukselê dê werin Tirkîye wê kontrol bikin ku bê alîkarî çawa hatîye belevkirin.

Bettina Jakobsen ê ku ji Mihaseba Ewrûpa berpirsyare û kontrolkerê alîkarîyan îfade kir ku ji ber herba navxweyî ya Sûrî li Tirkîye zêdetirî 3 mîlyon û 800 hezar penamberî hatîye Tirkîye û bi vê yekê Tirkîye di dinyayê de di nav dewletan de dewleta herî miltecî li zêde ye.

Jakobsen, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji ber vê yekê Yekîtîya Ewrûpa dixwaze alîkarîyên kirîye bê bi awakî hewce hatîye belavkirin an nehatîye kirin vekolînê bike".

Li gor xebera DWyê tê hêvîkirin ku encamê kontrolkirinê di nava vê salê de bê eşkerekirin.

Di navber Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpa de di navbera salên 2016an û 2017an de di çarçoveya 72 projeyan de bi bihayê 3 mîlyar Eûro de lihevkirin hatibû îmze kirin. Li gor daneyên Komîsyona Ewrûpa ji Kanûna 2017an de heta niha ji di çarçoveya vê projeyê de mîlyarek û 85 mîlyon Eûro hatîye dayîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir